Di navbera Îsraîl û Hizbullahê de agibesteke nû

Di encama hevdîtinên bi navbeynkariya DYE û Qeterê de, agibesteke di navbera Îsraîl û Hizbullahê de çêbû. Aliyan agirbestê piştrast kirin û artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ê li herêma tampon ya li başûrê Lubnanê bimîne.

Berpirsekî payebilind ê Amerîkî ragihand ku îro Îsraîl û Hizbullahê li ser agirbestekê li hev kir.

Berpirsekî payebilind ê Amerîkî ji Reuters re got ku îro, saet 16.00ˊan bi dema herêmî, Îsraîl û Hizbullahê li ser agirbestekê li hev kir.

Di vê çarçoveyê de, malpera Amerîkî Axios ragihand ku piştî danûstandinên navbera Îsraîl û Îranê, peymaneke nû hatiye danîn. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Qeterê navbeynkariya vê peymanê kirine."

Serokê Lubnanê Joseph Aoun îro zêdebûna rageşiya Îsraîlê şermezar kir û diyar kir ku berfirehkirina êrişên Îsraîlê li başûr û Bîqai, digel kuştin û wêrankirinê, "rageşiyek xeternak e".

Piştî agirbestê, di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate diyarkirin ku yekineyên wan wê li herêma tampon a li Başûrê Lubnanê hebûna xwe bidomînin.